::
Civîna ol û baweriyan ya li Mêrdînê bi dawî bû Ji bo çapkirinê
17:12 2010-02-07
Encamnameya 1. Civînê eşkere bû

Encemnameya 1. Koma Xebatê ya Beweriyên li Mezopotamyayê ya ku Koma Ciwaka Demokratîk lidarxist hate eşkere kirin.

Qisekeran di axaftinên xwe de, li ser îstîsmarkirana îdeolojîk a fermî li hev kirin û daxwazên diyar jî, anîn zimên..

Herî zêde jî, ev daxwaz derketin pêş: Belevkirina Wezereta Karên Dînî, derxistina qada dînî ya ji bin kontrolla dewletê û bibe qadeke serbixwe.

Di encemnameyê de, ji bo ku keda wan jî di vê xebatê de hebû spasiyê Hevserokê KCD'ê û Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ên li girtîgehê hate kirin.

Di ancamnameya ji aliyê organîzatora koma xebatê Hevserokê KCD'ê Yuksel Genc ve hate xwandin de, tespîtên girîng hatin kirin.

Di encamnameyê de, baweriyên ku nebûne desthilatdar û ti têkîliyên wan bi desthillatdariyê re nîne, weke ewlekariya azadî, demokrasî û aştiyê hatin destnîşan kirin.

Hate diyar kirin ku tenê endamên baweriyan dikarin di derbarê baweriyên xwe de biryaran bidin û wan binav bikin.

Her wiha hate xwestin ku bi nav kirinên ji aliyê dewletê û baweriyên din ve hatine kirin jî nayên qebûlkirin..

Di encamnameyê de, hate destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê helwesta Laîktiyê ya ji dewletbûnê digre, mirovan dike yek reng, li pêşiya başkirina têkîliyên di navbera dewlet, civak û dîn de dibe asteng..

Di encamnameyê de, hate daxuyanidin ku bi destê polîtîkayên dewletê yên faşîzan, di navbera baweriyên cûda de, dijminahî, tirs û fikar tên sor kirin û hate gotin: Ji bo ku ev nêzîkahî ji holê bên rakirin jî, divê hemû bawarî bixwe û dîrok xwe re, rûbirû bimîne.

Di encamnameyê de, senteza "Tirk misilmanî' jî hate bibîrxistin û bang hate kirin ku li hember polîtîkiyên ku mirovan dikin yek tîp û asîmîlosyonê ferz dikin herkes bibe yek.

Hin biryarên Hewildana Platforma Baweriyên Mezopotamyayê ew in:

Divê navê Zanîngeha Artuklu ya li Mêrdînê bi navê Zanîngeha Mezopotamyayê were guhertin.

Polîtîkayên ku Elewiyan tune dihesibînin divê werin terkkirin û ewlehiya Malên Cemê bi qanûnan werin parastin.

Divê, Wezareta Karên Dînî yên ku bi dewlata laîk re nakok e were rakirin.

Divê qada dînî ji bin kontrola dewletê were derxistin û bibe qadeke serbixwe.

Koma Xebatê, biryar da ku di dawiya meha Adarê de, bi hevkariya şaredara Nisêbinê, bi navê "Di dîroka Mezopotamyayê de, cihê Nisêbinê' konferansek organîze bibe.

 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C