| Li deşta Weznê kasibkarêkî Kurd hate kuştin |
|
| 17:25 2010-02-07 | |||
|
Rejîma Îslamî ya îranê bi berdewamî êrîşên xwe yê li kesên ku debara xwe bi bazirganiya ser sînoran derbas dikin berfirehtir dike. Bi taybetî jî, di van çend salên derbasbûyî de ev êrîş berfirehtir bûne û bi dehan kasibkarên kurd hatine kuştin. Qurbanê vê carê yê rejîma îranê jî, kasibkar Qadîr Muradî ye ku şeva pêncşema derbasbûyî li Deşta Weznê ya li herêma Serdeştê hate gulebarankirin. Qadir Muradî kurê Xidir, xelkê gundê Zêwe ya serbi bajarê Serdeştê ye. Li deşta weznê ketiye kemîna pasdarên rejîm û di encama gulebarandinê de canê xwe ji dest daye.
|