|
Ji Kawe Kirmaşanî agahî nayê wergirtin |
|
|
17:41 2010-02-07 |
Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê sêşema derbasbûyî endamê birêvebiriya Rêxistina mafê mirovan, Kawe Qasim Kirmaşanî yê ku ji aliyê Muhafizên Şoreş ên Îranê ve hate desteserkirin ti agahdarî nayên wergirtin. Malbat, ditirse ku jiyana wî di nava xeterê de ye.
Hêjayî gotinê ye ku dayika Kirmanşahî Ferengis Dawudî bang li birêvebiran kir û got; ji min re tenê bêjin bê kurê min li kû ye, da xewnên min huzurê bibînin, di derbarê tenduristiya wî de agahdariyê bidin û destûrê bidin ez wî bibînim.
Serokê rêxistina ku Kirmanşahî endamê wê ye, Mihemed Sedîq Kebudwend ji Tirmeha 2007 an de li zindana Evîn a Tahranê têgirtin. Di derbarê Kebudwend ê ku rewşa wî ya tenduristiyê xerab e, dadgeha pêdaçûnê ya Tahranê roja 23 ilana 2008 an ew cezayê 11 salan ê ku berê ji ber ku li kurdistanê komaleya mafê mirovan ava kiribû lê hatibû birîn erê kir. Rojnamevanê kurd Kebudwende ji aliyê Awards Press Britişê ji ber xebatên wî yên di derbarê mafê mirovan de wek rojnamevanê biyanî yê sala 2009ê hatibû xelatkirin.
|