| HPG: Ji bo çekberdanê divê berê zîhniyeta tinekar biguhere |
|
| 17:51 10-02-07 | |||
|
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Nûrettîn Sofî di derbarê vê mijarê de, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF'ê re axivî. Sofî bal kişand ser pêkanînên li hemberî qada siyaseta legal û anî zimên ku di rewşeke wiha de, zextên ji bo gerîla çekan deyne, du-rûtî ne. Sofî got, "berê divê ev zîhnet bêçek bibe, da ku çek bêdeng bibin an jî çek ji holê rabin." Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Nûrettîn Sofî diyar kir ku ew ji ber pirsgirêka hebûn û tinebûna gelê kurd, hatine rojevê. Sofî bangên ji bo gerîla çekan berdin têne kirin nirxandin û xwest ku beriya vê, divê siyaseta ji bo tinekirina gelê kurd û qedexeyên li hemberî ziman û çanda kurd bêne nîqaşkirin. Sofî got, ji bo bêçekkirinê pêwist e, berê ev zîhniyeta îmha û înkarê ji holê rabe, da ku çek jî karibin ji holê rabin. Fermandarê HPG'yî bi bîr xist ku ji 13'ê nîsanê ve, bi awayekî fermî ew di nav pêvajoya bêçalaktiya eskerî de ne û got, lê belê tevî vê jî, Tirkiye siyaseta tesfiyekirinê dimeşîne. Nûredîn Sofî: Du demekê de ku siyasetvan têne girtin, daxwaza çekberdanê nakokî ye Sofî anî zimên ku li Tirkiyê nêzî hezar û 500 siyasetvanên kurd hatine girtin û wiha dewam kir: "Tu, yê ku herî zêde qebûlê dibîne, yê herî meqûl li derveyê siyasetê dihêlî, heta yên hilbartî, diavêjî girtîgehê û dûre derdikevî ji me dixwazî ku, em çekan berdin. Ev nakokîyek e. Wê raya giştî ya Tirkiyê jî, vê yekê bibîne." Sofî bal kişand ser pêwistiya parastina rewa ya gel jî û got: "Li hemberî vê zihniyetê, pêwistî bi berxwedaneke xurt heye. Jixwe em niha amadekariya wê dikin. Sedema hebûna me heye. Ew jî parastina gel û parastina rewa heye. Hêzeke wiha, di nav rewşeke wiha de, nikare xwe bêçek bike..." Nurettîn Sofî bi bîr xist ku hêza gerîla, ne tenê hêzeke leşkerî ye û got: "Eger çareseriya pirsgirêka kurd, têkeve pêvajoya çareseriyê jî, wê gerîla xwe ji nû ve restore û nû bike û rola xwe ya pêşengiyê berdewam bike."
|