| Hewldana îdamkirina 3 girtiyên Kurd |
|
| 17:54 2010-02-07 | |||
|
Li gor malpera Herane, Seîd Murtezewî bi wendakirina dosyayên Kemanger, Heyderiyan û Wekêlî, rê lê girtiye ku ji nû de pêdeçûn di dozên wa de bête kirin û bi vî awayî bê edaletî û bê hiqûqiya heyî û talûkeya dardekirina wan berdewam dike. Li gor heman serçavê, meha Îlona 2008ê piştî piştrastkirina cezayên îdamê yên girtiyên Kurd, parêzerê Mamoste Ferzad Kemanger daxwaza pêdeçûnê kir lê hate gotin ku dosya wenda bû ye û daxwaza parêzer hate red kirin. Herî dawî parêzerê Kemanger ji bo lêkolînkirina cîbecîkirina madeya 18ê jî serî li dadgehê da û piştî çend mehan dezgehê ragihand ku dosye wendabûye û ev daxwaz jî pêk nehat. Hêjayî gotinê ye ku van du salên dawî, yek jê 27ê Tîrmeha 2008ê û yek jî Sibata 2009ê, du caran ev girtiyên Kurd bi mebesta cîbecîkirina hukmên wan yê îdamê veguhestine beşa 240î ya girtîgeha Evîn ya Tehranê lê ji bo demekê cezayê wan hate taloqkirin. Herî dawî 30ê Çile roja şemiya bûrî, dezgeha dadê ragihand ku, dosya di dema dxwaza cîbecîkirina pêdeçûna madeya 18ê li ber destê Murtezewî bû û bê guman wendabûna dosyayê rê nade ku di dozan de pêceçûn were kirin. Seîd Murtezewî ku wekî Qazî Murtezewî jî tê naskirin, di navbera salên 2003 û 2009ê de cîgirtiya dadistanê giştî yê Îranê û berpirsê navenda dijî qaçaxê, dadwertiya dadgeha parêzgeha Yezdê, Dadgeha Asayîşê ya Tehranê, dadgeha Çapemenî û dadistanê bajarê Tehranê bû.
|