::
Husên Xizrî ji bo devereke nadiyar hate veguhestin Ji bo çapkirinê
18:03 2010-02-07

Girtiyê siyasî yê kurd Husên Xizrî, cezayê dardakirinê lê hatiye birîn, ji girtîgeha Urmiyeyê ji bo devereke nediyar hate veguhestin û îhtimal heye ku rejîma Îslamî ya Îranê amadekariya dardakirina girtiyê siyasî yê kurd dike.

Li gora wan agahdariyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê geheştine destê me, do bi şev 6 sibatê kathejmêr 9, yazdeh kes ji hêzên rejîma Îranê, çalakvanê siyasî yê kurd Husên Xizrî, ji girtîgeha Urmiyê yê veguhestine devereke nediyar.

Husên Xizrî, meha Tebaxê 2008ê ji aliyê hêzên Îtleat ve hate girtin û heşt mehan êşkenceyên giran lê hatin kirin. Pişt re jî ew ji aliyê dadgeha Urmiyeyê bi tohmeta propogandaya li dijî Îran û hevkariya digel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAKê, hate dadgehkirin û heman dadgehê cezayê dardakirinê lê birî.

Dadgeha pêdaçûnê ya Urmiyeyê 9 Tebaxê cezayê dardakirinê careke din erê kir.

Hêjayî gotinê ye ku girtiyê kurd Xizrî, ji ber ku demeke dirêj di odeyeke yekkesî de hate girtin û êşkenceyên gelekî giran lê hate kirin, ji sedî bîst û pênc ronahiya çavê xwe winda kiriye.

Ciyê bibîranînê ye ku dadgeha Urmiyeyê ya bilind heta wê dema ku cezayê dardakirinê jî da Husên nehişt ku parêzer têkevin doza wî.

21 girtiyên kurd di zindanên rejîma Îslamî ya îranê yên li Rojhilatê kurdistanê û Îranê de ne, ku cezayê dardakirinê li wan hatiye birîn û her dem dikarin bêne îdam kirin. Navê van girtiyên ku cezayê dardekirinê li wan hatiye birîn ev in:

Zeyneb Celaliyan, Şîrîn 'Elemhuy, Şêrko Me'arifî, Hebîbullah Letîfî, Samî Hiseynî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Reşîd Axkendî, Hisên Xizrî, Ferzad Kemanger, 'Elî Heyderiyan, Ferhad Wekêlî, Misstefa Selîmî, Enwer Rustemî, Îrec Muhemedî, Mihemed Emîn Aguşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Talî'î, 'Ezîz Mihemedzade, Mihemed Emîn 'Ebdullahî û Qadir Mihemedzade.

 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C