::
Bîlbordên Amedê bi alfabeya kurdî hatin xemilandin Ji bo çapkirinê
17:12 2010-02-10

Zimanê Kurdî ku yek ji zimanên herî kevin ê Rojhilata Navîn e, tevî hewldanên qedexekirin û siyasetên asîmîlasyonê hemûyan jî, bipêş dikeve..

Êdî Kurdî bûye parçeyek ji jiyana rojane..

Şaredarên BDP'yî beyî ku li benda dewletê bimînin, zend û bendên xwe badan û ji bo perwerdeya bi Kurdî dest bi xebatan kirin..

Bi armanca hînkirina xwendina ziman, bîlbordên Amedê bi alfabeya Kurdî, hatin xemilandin...

Xebat ji aliyê şaredarên BDP'ê û Kurdî Der'ê ve hate amadekirin.

Kurdî-Der û Şaredariyên Amedê, Sûr, Yenîşehîr û Peyasê, di encama xebateke hevpar de, ji bo hînkirina xwendina ziman, li bîlbordên bajêr, Alfabeya Kurdî daliqandin..

Ji bo gel karibe bi awayekî hêsan hînî xwendina alfabeyê bibe, rêbazeke hêsan hatiye hilbijartin..

Li tenişta her tîpeke Kurdî, wêneyê tiştekî ku navê wî bi wê tîpê destpê dike, hatiye bicihkirin.

 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C