| Kartal û Aydar hatin girtin |
|
| 17:27 2010-03-10 | |||
Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar jî di nav de 8 kes hatin girtin. Doh li paytexta Beljîka Brukselê doza siyasetmedarên Kurd ku di encama êrîşa polîsê Beljîkî de hatibûn binçav kirin birêve çû.Dadgehê biryar da ku kesên navborî û 6 kesên din bi berdewamî di bin çavan de bêne ragirtin û doz di demek pêş de berdewam bike. Polîsên Belçîkayê 4ê adarê bi ser Roj TV'ê û malên siyasetmedarên kurd de girt û ligel Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar 8 kes desteser kiribûn. Siyasetmedarên kurd, bi îdîaya ku wan di navbera salên 2006 û 2008a de çalakî pêk anîne hatin girtin. Parêzera siyasetmedarên kurd Selma Binxelîfe, diyar kir ku ew dê li biryarê îtîrazê bikin. Hêjayî gotinê ye ku çavdêrên siyasî dibêjin ku êrîşa li hember sazî û siyasetmedarên Kurd li Ewropa li ser daxwaz û fişarên Amerîka û bi daxwaza Tirkiyê pêk hatine. Senetorê Partiya Keskan ya Beljîkayê Geert Lambert jî di vê biwarê de diyar kiribû ku ev demeke dirêj e, birêvebiriya Emerîkayê ji bo bêdengkirina Roj Tv fişar û pêkutiyan li Beljîkayê dike û gotibû ku hukumeta Beljîkayê berî operasiyonê bi 24 seatan agahdarî daye hukumeta Turkiyeyê. Lambert her weha diyar kiribû ku çewisandinên ku di van demên dawî de li ser Roj Tv û saziyên din yên Kurdan zêde bûne nîşana fişarên Amerîkayê ne û diyar kir ku bi salan dozgeriya Beljîkayê pereyên kanalê bloke kirin lê di dawiyê de derket holê ku ti eleqeya van pereyan bi terorîzm û ti rêxistinên terorsît re tine ye.
|