::
Îran ji ber radestnekirina Hacî Ehmedî nota da Elmanyayê Ji bo çapkirinê
17:31 2010-03-10
haci_ehmediDewleta Îranê li ser radestnekirina Serokê PJAK`ê Hacî Ehmedî ji aliyê Elmanyayê ve bo Îranê û berdana wî bi hêrs e.

Brûcerdî, Balyozê Elmanya yê Tehranê xweste parlemenê û di derbarê berdana serokê PJAK`ê Hacî Ehmedî de jê agahî xwestin.

Serokê Komîsyona Ewlekariyê ya Meclis Îranê û Serokê Komîsyona Karê derve Alaeddîn Brûcerdî paş hevdîtinê got, ji bo ku em rexne û nerezayetiyên xwe yên di derbarê berdana Ehmedî de bînin zimên me balyozê Tehranê yê Elmanyayê vexwende parlemenê.

Brûcerdî bibîranî ku ji bo radestkirina Serokê PJAK`ê Hacî Ehmedî, ew di asta navdewletî de ketine nava hewldanan û got: "Her çiqas Elmanya vê yekê bi hemwelatîbûna Ehmedî ya Elmanya ve girêdide jî, ti wateya wê ku rê didin van kesan ku bi serbestî li welatên Ewropayê digerin nîne. Kesên terorîst, li ku dera dinyayê bin bila bibin, divê ji ber tawanên xwe bêne cezakirin."

Berdevkê wezîrê derve yê Îranê Ramîn Mîhmanperest jî girtin û berdana Serokê PJAK`ê Hacî Ehmedî wekî senaryo û şovekê binavkir û berdana wî rexne kir.
Mîhmanperest her weha got ku wan di derbarê Ehmedî de gelek belge û esbat radestî Ewropiyan kirine.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C