::
ÎHD: Di sala 2009ê de 1008 binpêkirina mafan pêk hatin Ji bo çapkirinê
16:56 2010-03-11
girtixaneŞaxa ÎHD'ê Amedê rapora xwe ya binpêkirina girtîgehan a sala 2009'an bi civînek çapemeniyê aşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di salekê de hezar û 8 binpêkirinên mafan pêk hatine. Her wiha 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 76 kes jî rastî îşkence û muameleya nebaş hatine. Di raporê de, qedexeyên pêkanînên sewkê, mişextî, zimanê zikmakî û hevdîtinê jî cih girtin. Dîsa di roparê de bal tê kişandin ser binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê.Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi civîneke çapemeniyê, Rapora Girtîgehên Herêmê aşkera kir.

Endama Komîsyona Girtîgehan Parêzer Meral Atasoy jî rapora girtîgehê xwend û wiha axivî: " Her çiqas hikûmet hin tiştên din îdîa dike jî, li girtîgehan binpêkirinên cidî diqewimin. Dîsa ev pirsgirêk zêdetir jî li girtîgehên ku girtiyên siyasî tê de dimîn de pêk tên. Bi taybetî jî ev pirsgirêk li girtîgehên wekî Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Erzirom û Bêdlîsê zêdetir derdikevin holê. Li van girtîgehan jî pirsgirêkên cidî tên jiyîn."Bûyerên nexweşiyê zêdetir bûne

Meral Atasoyê da zanîn ku xaleke din a balkêş jî, girtina endamên BDP û DTP'ê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me di rapora xwe de jî got, di nav çend mehan de bi sedan siyasetmedar hatin girtin. Ev pêleke mezin a girtinê ye. Bi van girtinan, li hin girtîgehan hejmara girtiyan derketiye 2, 3 qatên wî. Hin caran, 2, 3 kes jî di nav cihekî de radizên.

'Binpêkirina mafan li Girtîgeha Îmralî didome'

Atasoy, destnîşan kir ku mijarek herî girîng jî pirsgirêka Girtîgeha Îmralî ye û wiha got: "Tecrît û îsolasyona ku 24 saetan îşkence ye, li tu deverê cîhanê tune ye. Lê li Îmralî ev 11 salin tecrît û îzolasyon didome. Piştî Girtîgeha Îmralî ya Yek Kesî vegeriya Girtîgeha Tîpa Fê tecrît girantir bû. Me wekî parêzvanên mafên mirovan dîsa nerîn û fikarên xwe ji DMME'ê re got.


Atasoy, bibîrxist ku ji ber şert û mercên girtîgehê yên nebaş gelek zarok bi riyên malbatên xwe serî li wan didin û wiha axivî "Divê zarokên mexdûrên TMK'ê bên berdan û mexdûriyeta wan bê çareserkirin. Divê bigêjin azadiya xwe.

'Li aliyekî çete serbest tên berdan, li aliyekî din jî, girtiyên siyasî li benda mirinê ne'

Atasoy, dubendiya edaletê jî rexne kir û wiha dom kir: "Li girtîgehan mafên tenduristiyê jî pir zêde tê îhlalkirin. Niha 131 îhlal hene. Di nava vana de nexweşên pir giran jî hene. Li tevahiya Tirkiyeyê 49 girtiyên nexweşiya wan giran hene. Girtiyên nexweşiya wan sivik jî ji ber nayên dermankirin, nexweşî li wan giran dibin.

Rapora Îhlalan wiha ye:
Kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan: 5
Kesên li girtîgehan rastî îşkenceyê hatin: 76
Kesên rastî pêkanînên sewqê hatin: 42
Kesên mafên wan ên tenduristiyê tê binpêkirin: 131
Kesên rastî astengiya hevdîtina malbatê hatin: 37
Kesên mafê wan ê ragihantinê hatin astengkirin: 275
Kesên rastî dîsîplînê hatin: 202
Kesên rastî qedexeya axaftina mafên zikmaki hatin: 8
Kesên sirgûn bûn: 18
Ên din: 214
Bi tevahî: 1008 kes rastî binpêkirina mafan hatin.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C