| Leşkerên Îranê li sînor kesek birîndar kir |
|
| 17:01 2010-03-11 | |||
|
Li gora nûçeyên ku ji herêmê geheştine navenda nûçeyên me leşkerên Îranê welatiyê Îranê, Nasir Huseyin Sarmalu ku 28 salîye dan ber guleyan û Sarmalû birîndar kir. Sarmalu, yê ji milê xwe ve birîndar bû, ji aliyê gundiyên Kurucanê ve rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê. Hate hînbûn ku Sarmalû talukeya mirinê ji ser xwe avêtiye. Hêjayî gotinê ye ku salane kasibkarên ji Rojhilatên Kurdistanê li ser sînor bêpirs ji aliyê leşkerên Îran û Turkiyeyê ve têne kuştin û birîndarkirin.
|