| Li Îranê du kes hatin dardakirin |
|
| 17:04 2010-03-11 | |||
Li Îranê du kesên bi tewana ku kaçaxçîtiya madeyên hoşber dikirin, hatin dardakirin. Li bajarê Kum, navê wan herdu kesên ku cezayê dardakirinê li wan hate birîn û îro hatin dardakirin nehate diyarkirin. Hate ragihandin ku li bajarê Kum ê Îranê di vê sala dawî de hejmara kesên hatine dardakirin giha 10an, wekî din jî dosyaya 30 kesên din ên ku xetera lisêdaredanê li ser wan heye li dadgeha pêdaçûnê ye.
|