| PYD sibe li parlemana Swêdê konferansa 12 ê Adarê pêk tîne |
|
| 17:07 2010-03-11 | |||
Sibe 6.salvegera Serhildana Qamişlo ye ku hêzên dewleta Sûriyê di encamê de bi dehan ciwanên Kurd qetil û ewqas jî birîndar kirin.12ê Adara 2004ê di maça futbolê de nijadperestên Ereb provakasyon pêk anîn, bêrêzî li nirxên neteweyî yên Kurdan kirin û di encamê de pevçûn derket. Kurdan li hember vê nerezayetiyên xwe yî demokratîk nîşan dan lê hêzên dewletê ku xwe amade kiribûn êrîşî Kurdan kirin û di encama gulebarana polîsên rejîma BEAS 30 kurdî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD wê sibe li parlemena Swêdê bi hevkariya partiya Keskan ya Swêdê ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û ji bo guftûgo kirina çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyê 3.Konferansa 12ê Adarê li dar dixe. Di konferansa ku çav li rêne hejmarek parlementerên Swêdî û Norwêcî jî bşdar bibin, wê li avahiya parlemenê li Stockholmê di navbera saet 9 û 12ê de pêk were.
|