::
"Zeyneb Celaliyan veguhestin ciyekî nediyar" Ji bo çapkirinê
17:10 2010-03-11
zeyneb_celaliyanGirtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku bi cezayê îdamê re rûbirû ye, ji girtîgeha Kirmaşanê hate veguhestin bo ciyekî nediyar.

Guman hene ku cîbecîkirina cezayê îdamê yê Celaliyan di rojevê de be.

Li gor nûçeyên ji Rojhilatê Kurdistanê bidestketine, doh hêzên rêxistina sîxuriyê ya Îranê Îtla`atê Celaliyan veguhestine ciyekî ne diyar.

Di vê derbarê de rêxistina mafê mirov ya Kurdistanê da zanîn ku paş ku parêzerê Celaliyan, Xelîl Behramiyan doh ji bo pêkanîna hin kar û barên îdarî û wergirtina dosyayê serî li cîgirê dadistanê Kirmaşanê daye û serdana girtîgeha Dîzilawa kiriye, derketiye holê ku muwekîla wî veguhestine ciyekî nediyar.

Li ser israra Behramiyan, rayedaran jê re gotine ku ew dikare li girtîgeha jinan a di nevbera Kirmaşan û Sine de lê bigere.

Li vir serbazekî girtîgeha navborî ji parêzer Behramiyan re gotiye ku Celaliyan beriy bi mehekê ji aliyê hêzên Îtla`atê ve bêyî ku agahê dadger jê hebe ew veguhestine ciyekî nediyar.

Parêzer Behramiyan bi daxuyaniyekê nerezayetiya xwe anî zimên û got: Tevî ku muwekîla min hatiye dadgeh kirin û cezayê îdamê lê hatiye birîn, wateya veguhestina wê ya ji girtîgehê nîne û fikarên xwe yên ku îdama wê di rojevê de be anîn zimên.

Behramiyan daxuyakirin ku ew dê li hember van kiryarên keyfî yên Îtla`atê serî li dadseraya giştî ya Îranê, dezgeha dadê û navenda buroya Xameney bide.

Çalakên mafê mirov jî fikarên l iser pêşketinên dawî fikarên xwe anîn zimên ku veguhestina Celaliyan dikare bi armanca pêkanîna cezayê wê yê îdamê be û bang li derdorên têkildar kirin ku li Zeyneb Celaliyan û girtiyên din ku bi cezayê îdamê re rûbirûne xwedî derkevin.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C