|
Nasnameyên 6 gerîllayên PKK ku jiyana xwe ji dest dane eşkere bûn |
|
|
17:11 2010-03-11 |
|
Nasnameya 6 gerîllayên PKK ku di şerên di navbera salên 1992-99 an de jiyana xwe ji destdane hate diyarkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Komîteya Şehîdan a KCK de hatiye belavkirin, sersaxî ji malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane re hate xwestin û wiha hate gotin: ji bo bi awayekî ji binî bidawîanîna êşa dayikan û pêşxistina jiyaneke bi şeref û namûs a li welatê xwe, em dixwazin bê zanîn ku di bin her şert û mercan de em ê bi awayekî fedaî şer bikin û bibiryardarî têkoşîna gelê xwe bilind bikin.
Di van demên dawî de Komîteya Şehîdan a KCKê nasnameya gerîllayên ku di demên cuda de jiyana xwe ji destdane diyar dike, herî dawî jî, nasnameya 6 gerîllayên ku di navbera salên 1992 an û 19969 an de jiyana xwe ji dest dane diyar kir.
Navên gerîllayên hatine diyarkirin ev in:
Nasnav: Karker Pîro Nav û paşnav: Aydin DEMIR Jidayikbûn: 1976 / Gundê Koço / Diyadin Jiyanjidestdan: Gever / 19.04.1995
Nasnav: Sîpan Nav û paşnav: Ilhami TAŞKIN Jidayikbûn: 1970 / Gundê Taşkin / Patnos Jiyanjidestdan: Çewlik/ 3 Îlonê 1993
Nasnav: Harûn Nav û paşnav: M. Nezir ŞIMŞEK Jidayikbûn: 1964 / Eleşkirt /Bazîd Jiyanjidestdan: Behdinan Zaxo / Simbla / 14.01.1992
Nasnav: Yilmaz Nav û paşnav: Ikram POLAT Jidayikbûn: 1978 / Patnos Jiyanjidestdan: Tercan Axveren/ Erzerom / 05.06.1999
Nasnav: Mûsa Nav û paşnav: Kemal DURMUŞ Jidayikbûn: 1969 / Gundê Gelûta / Hamur Jiyanjidestdan: Tendurek / 01.04.1994
Nasnav: Mahîr Nav û paşnav: Mûsa KAYA Jidayikbûn: 1974 / Gundê Xoşxeber, Îdir Jiyanjidestdan: Zagros/ Şehidan /1995
|