::
Li Uppsalayê bi sedan Kurdistaniyan êrîşên li ser saziyên xwe şermezar kirin Ji bo çapkirinê
17:15 2010-03-11
uppsala_Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên ku paş êrîşa dewleta Beljîka ya li ser saziyên Kurd destpê kirin her ku diçe zêde dibin.

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Swêdê Uppsalayê dijîn doh di saetên êvarî de li meydana navenda bajêr kom bûn û bi mîtîngekê êrîş şermezar kirin.

Ji partiyên siyasî yên Swêdê Partiya Çep, Sosyaldemorat û Partiya Jîngehê ya Swêdê jî berpirsyar beşdar bûn û di axaftinên ku kirin de piştgiriya xwe ya bi saziyên Kurd re anîn zimên û nêzîkahiyên welatên Ewropî rexne kirin.

Di axaftina ku li ser navê Kurdistaniyan hate kirin de jî, welatên Ewropî hatin hişyar kirin ku dest ji siyasetên xwe yên durû yên li hember Kurdan bikişînin.

Kurdistaniyan bi sloganên ku gotin û pankartên hilgirtin jî peyam dan ku ew dê sazî û siyasetmedarên xwe di bin hemî şert û mercan de biparêzin.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C