::
Îro 40 sal di ser îmzekirina peymana 11ê Adarê re derbasbûn Ji bo çapkirinê
17:17 2010-03-11

musbarzaniÎro 40 sal di ser beyannameya peymana 11 Adarê re derbas dibin ku sala 1970yî di navbera tevgera azadîxwaz ya Kurd û desthilatdariya wê demê ya Îraqê de hate îmzekirin.

Piştî îmzekirina peymanê bi 4 salan ji nû ve di navbera aliyê Kurd û Îraqî de şer û pevçûnan dest pê kiribû û bi peymana 5ê Adarê ya li Cezayîrê tevgera Kurd şikesteyek mezin xwar û dawî li vê pêvajoyê hat.

Bi rûxîna împaratoriya Osmanî re, dabeşkirina Kurdistanê û damezrandina dewleta niha ya Îraqê di sedsala 20 ya derbasbûyî de, pirsgirêka Kurd ya hebûn û nebûnê û dîsa pirsgirêka Kurd ya nasnamê aloztir û dijwartir bû. Bi hatina ser desthilatdariya ya rejîma BEAS re êdî bi temamî siyasetên qirkirin û binpêkirinên mafan yên li hember gelê Kurd ketin reojevê.

Li hember van siyasetên înkar û ji holê rakirinê yên rejîma Îraqî gelê Kurd ji bo mafên xwe yên bingehîn û rewa tekoşîna xwe berdewam kir.

Di dawiya salên 60î yên sedsala bûrî de, şer û pevşûnên li Başûrê Kurdistan û Îraqê gihiştin qonaxek herî dijwar. Rejîma desthilatdar ya Îraqê neçar ma ku bi fermî hebûn û mafên Kurd bipejirîne û di bin 15 xalan de mafê otonomiyê ji bo sê bajarên Başûrê Kurdistanê qebûl kir.

Di beyannameyê de hate gotin ku xalên vê peymanê di nava 4 salan de cîbecî bêne kirin û bi destûr û qanûnan bêne misogerkirin.

Peymana 11ê Adarê ji bo gelê Kurd û têkoşîna wî destkeftinek mezin bû. Lewra yekem car bû ku yek ji dagirkerên Krudistanê bi fermî hebûna Kurd qebûl û ev bi yasayan pesin dikir.

Lê paş demekê, çawa bi peymana 5ê Adarê ya sala 1975ê de jî derkete holê, armanca esasî ya rejîma Bexdayê bi vê yekê ew bû ku ew li hember Kurdan di bin re xwe bi hêz bike.

Wekî ku xuya jî kir, rejîmê paş peymana Cezayîrê, peymana 11ê Adarê yek alî betal kir.

Serokatiya tevgera kurdan jî di wê dema çarsalî ya piştî 11 adarê de, nekarî di asta navxweyî û derveyî de fêdeyê ji rewşê werbigire û xwe bi hêztir û xurtir bike. Ji ber ku hemû hêviyên xwe bi hêzên derveyî ve girêdabûn, dînamîkên navxweyî di aliyê hişyarbûn û dezgehbûnê de, gel û hêza pêşmerge bihêztir bike.

Herwisa li hemberî pîlangeriya herêmî û navdewletî, di warê berdewamkirina têkoşînê de nekarîn hêzên xwe û gel têxin nava tevgerê.

Vê jî kir ku di encam de derbeyek giran di 6 adara sala 1975 an de di çarçoveya peymana Cezayirê de li tevgera kurd a li Başûrê Kurdistanê bikeve. Vê darbeyê tesîreke neyênî li tevgera azadîxwaziya kurd li hemû aliyê kurdistanê jî kir.

Îro di ser peymana 11ê adara sala 1970ê re 40 sal derbas bûye, lê hê jî pirsgirêka kurd li Iraqê çareser nebûye. Tevî bi destxistina gelek destkeftiyên mezin jî, hê jî herêmên wkî Kerkûk, Xaneqîn û Şingal venegeriyane ser axa herêma kurdistanê.

 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C