::
Bart Staes: Beljîka hate liyistika Tirkiyê! Ji bo çapkirinê
17:28 2010-03-11
staes_Parlementerê Ewropayê Bart Staes, ji ber êrîşa dewleta Beljîkayê ya li ser sazî û siyasetmedarên Kurd, ew rexne kir û got: Netewperestiya dewletî ya Tirkiyê Beljîka xapand!

Bart Staes di nivîsa xwe ya rojnameya De Morgen de bi ser navê "Li hember Kurdan taktîka Al Capone" de, siyasetên Beljîka û welatên Ewropî yên li ser Kurdan nirxandin û got: Amerîka ji Beljîka re pêşniyaz kiriye ku ew Roj TV bi siayseta Al Capone, yanî bi têkbirina aboriyê Roj TV bêdeng bike.

Staes di vê derbarê de anî zimên ku ne tenê hukûmet, her weha dem û dezgehên ragihandinê yên Beljîkî jî li beramber skandala derkete holê qels maye û got: Balkêşe ku memnûniyeta hukûmeta Tirk ya di biwara operasyona Beljîkayê ya hember Kurdan û nirxanidnên Wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawudoxlu yên li ser mijarê, di çapemeniya Beljîkayê de cîh negirtin.

Bart Staes destnîşan kir ku ev ne cara yekê ye ku Beljîka tê leyistikên neteweperestiya dewletî ya Tirkiyê û bal kişand ser siyaseta durû ya Ewropayê ya li hember Kurdan.

Staes got: Dema mijara endametiya Yekîtiya Ewropayê ye tê rojevê, tê gotin ku Tirkiye pîvanên dewleta hiqûqî pêk nayêne, li Tirkiyê kêmasiyên cidî yên mafê mirov hene, lê dewletên Ewropa bi sîstema heman Tirkiyê re hevbeş tevdigerin. Ev durûtiyeke mezin e.

Parlementerê Ewropî Staes di derbarê de got: Ewropa ya ku goya xema Kurdan dixwar û her roj dîmenên komkujiyên rejîma Beas û Saddam Hiseyn yên li hember Kurdan dixistin rojeva xwe, li aliyê din li rojhilatê Tirkiyê, li hember heman kiryarên Artêşa Dewleta Tirk ku endamê NATO ye bê helwest û bê deng bû.

Staes got, bi ser wê de ku tevî hemî lêkolîn û lêpirsînên bi salan li hember Roj TV dom kirin jî, derkete holê ku têkiliyên wê bi ti çalakiyên krîmînal re nîne. Lê dîsa jî, pereyên kanalê bi awayekî keyfî hatin ragirtin.

Staes her weha bibîr anî ku rojnameya De Morgen sala 1998ê bi belgeyan, piştrast kiribû ku beriya êrîşa wê demê ya li hember Med TV, berpirsyarê Cendermeyên Beljîkî yê wê demê Willy Derider roja 9 ê Tîmeha 1996ê li Enqerê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Alaaddîn Yuksel re di vê biwarê de peyman îmzekiribû.

Parlementerê Parlemena Ewropayê Bart Staes bal kişande ser wê ku divê Beljîka rastiya ku Kurd PKK`ê wekî îradeya xwe ya siyasî dibînin bibîne û got: Tevî ku PKK`ê li nav xaka wê ti çalakiyên şîdetê nekirine jî, ev 15 salin Beljîka bê navber li hember mafê Kurdan yê ramana azad di nava helwesteke neyênî de ye.

Staes her weha got, divê neyê jibîr kirin ku derdor û zihniyeta ku niha ji PKK`ê re dibêje terorîst, berê ji ANC ya Nelson Mandela re jî heman tişt digotin.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C