::
Yekem pîrozbahî ji aliyê jina ve li dar ket Ji bo çapkirinê
17:07 2010-03-18
amed_newrozBeriya pîrozbahiya mezin ya Amedê ya 21ê mehê ku çav li rê ne îsal ji hemî salan bi heybettir pêk were, pîrozbahiyên navçeyên navendî jî didomin.

Pîrozbahiyên doh şev yên li navçeyên Baglar û Kayapinarê ku ji aliyê DOKH'ê ve hatiye organîzekirin bi pêşengiya jinan hatin lidarxistin.

Li Taxa 5 Nîsan a Kayapinarê bi pêşengiya Tevgera Jina Demokratîk û Azad (DOKH) ve bi beşdarbûna Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê Cafer Kan, Berdevka Meclîsa Jinê ya BDP'ê Fatma Kaşan û piraniya wan jin gelek kesan pîrozbahî hate lidarxistin.

Di pîrozbahiya ku posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK hatine vekirin de sloganên "Newroza te piroz be ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo" û "Şehît namirin" hatin gotin.

Şaredara Baglarê Yuksel Baran, di axaftina vekirinê de Newroza gel pîroz kir gel dawetî pîrozbahiya Newroze ya 21'ê adarê kir.

Li taxa Gazîler ya Navçeya Kayapinarê jî bi beşdarbûna gelek kesan agirê Newrozê hate pêxistin pêşendana fîşekên hewayî pêkhat.

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Cafer Kan li vir axaftinek kir û banga tevlîbûna Newroza mezin ya 21ê mehê kir.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C