| Amed bi rengên Newrozê xemilî |
|
| 17:13 2010-03-18 | |||
Amed berî Newrozê bi rengê Newrozê xemilî. Amed ku bayê pîrozbahiya Newrozê lê rabûye, li gund, tax û navçeyan ji bo pîrozbahiya Newrozê civîn tên lidarxistin û belavok tên belavkirin. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Cafer Kan, diyar kir ku îsal wateyek pir mezin li Newrozê bar dikin û ji ber vê yekê xebatên mezin dikinRêxistina BDP'ê bi nêzîkatiya pîrozbahiya Newrozê ku dê di 21ê Adarê de pêk bê, lez dan xebatên xwe. Komîteya Amadekar a Newrozê nava kolanên Amedê bi rengê Newrozê xemilandin. Ji bo pîrozbahiyê kolan û navenda bajêr bi 30 hezar afîşên rengîn tên xemilandin. Bi sedhezaran belavok tên belav kirin. 30 pankartên mezin ên "An Azadî an qet" li deverên cuda hatin daliqandin. Li gelek tax, gund û navçeyan bi dehan civîn hatin lidarxistin û bi hezaran mal hatin ziyaretkirin. Dîsa ji bo di roja 21ê Adarê de xizmeta gel bikin, bi dehan munîbus ji aliyê komîteyê ve hatine kirêkirin. Li Parqa Newrozê jî amadekarî ber bi dawî ve diçin. Serokê Komîtiya Amadekar a Newrozê û Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Cafer Kan, diyar kir ku îsal wateya Newrozê pir mezin e û wiha got: "Divê her kes îsal bi coşek mezin û daxwazên zêde beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe. Ji bo em beşdariyek herî mezin pêk bînin, em mal bi mal digerin û hewl didin ku xwe bigîhin her kesî. Me tedbirên ewlehiyê jî stendine. Kan dazanîn ku wan dawetiye ji 350 rewşenbir nivîskar û nûnerên saziyan re şandine û got; ligel heyetên Ewropa û Herêma Kurdistana Federal, ji 350 rewşenbir, nivîskar û nûnerên saziyan û malbatên şehîdan re, dawetiya beşdariya Newrozê şandine. Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Guzel jî destnîşan kir ku ji bo çûn û hatina qada Parqa Newrozê 3 riyên cuda amade kirine û me ji rêya trafîkê neyê girtin tedbîr girtine.
|