::
Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê Newroz pîroz kir Ji bo çapkirinê
17:17 2010-03-18
gaziler_konferansYekîtiya Gaziyên Kurdistanê jî bi boneya Newrozê peyam nivîskî belav kir û di serî de li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz li hemî gelê Kurdistanê pîroz kir.

Gaziyên Kurd di daxuyaniya xwe de gotin:
"Tevî ku di rastiya xwe de Newroz cejna gelê kurd e jî, lê bi giştî navê berxwedana hemû gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn yên ku li dijî zulm û birêvebiriya destpotîk serî hildane ye.

Di berdewama daxuyaniya Yekîtiya Gaziyên kurdistanê de bi taybetî giringiya girêdana bi rêbazên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate destnîşan kirin û weha hate gotin: Em gaziyên Kurdistanê bi hêza ku em ji Rêber Apo werdigirin, em bûne xwediyê Îradeyeke polayî û em ê bi vê bawerî û sekna xwe ya milîtanî, li hember hemû komplogerên navdewletî û dûvikên wan ên di nava xwe de rawestin û rê nedin wê konsepta tevkujiya siyasî û çandî."

Gaziyên Kurd wiha dawî li daxuyaniya xwe anîn: "Bi şîara "azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd e," li ser xeta modernîteya demokratîk, aştiya bi wate û bi reh a gelan pêk were, em ê wek fedayiyên Apo meşa xwe ya demokrasî û aştî ya dîrokî, heta serkeftinê berdewam bikin. Li ser vî esasî em di serî de cejna newrozê ya berxwedanê ya Rêber Apo û hemû gelê kurd ê leheng pîroz dikin û hêviya xwe ya ji bo serkeftinê careke din diyar dikin."
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C