::
PÇDK`ê Newroz li gelê Kurd pîroz kir Ji bo çapkirinê
17:20 2010-03-18
pcdk_kordinasyonBi nêzîkatiya cejna Newrozê bi berdewamî rêxistin û partiyên Kurdistanî bi daxuyaniyan cejna Newrozê pîroz dikin, her di vê çarçoveyê de Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK jî, pîrozbahiya xwe arasteyî gelê kurd kir.

Desteye birêvebiriya partiya çareseriya demokratîk a Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya pîrozkirina cejna Newrozê de dibêje; Pîrozkirina newroz û sersala nû ya kurd di vê demê de, ku cîhan û rojhilata navîn di qeraneke dijwar re derbas dibe, û dibînin ku hêzên cîhan û heremî jî, dixwazin ji rol û hêza kurdan sûd werbigirin û ev jî erkê dixe stuyê me ku em hewlbidin careke din, wek gelê kurd û azadîxwazên herêmê, roleke bingehîn bileyizin di çarçoveya çareserkirina pirsgirêkên herêmî û cîhanê de.

Bêguman îro kurd dikare rola xwe bileyize, lê ji bo karibe vê rola xwe bileyize divê xwedî stratêjiyeke hevbeş be. Bi taybetî piştî van hilbijartinên dawî yên li Iraqê divê em hewl bidin ku aliyên kurd ên demokratîkxwaz di çerçoveyê eniyeke demokratîk de kom bikin. Li ser asta herêmî jî, bikaribe yekîtiya gelan pêkbîne.

Di dawiya daxuyaniya xwe de desteya birêvebir a PÇDKê di eniya sêyemîn a cîhanê de, ku rêbaza tevgera azadiya gelê kurd e wiha dibêje; "em wek Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK difikirin ku sîtema konfederalîzma demokratîk wek sîstema konfederalîzma Medan dikare ji bo pirsgirêka neteweyan bibe çareserî. Di heman demê de Newroz ji bo vegera li surişteke rastî û gavavêtineke nû ye ji bo jiyaneke rast û demokratîk. Careke din em Newroz û sersala nû ya kurd li gelê xwe pîroz dikin, û herwiha em Newroza wan kesên di demên derbasbûyî dîrok afirandine û yên niha ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn didin pîroz dikin.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C