::
Parlemena Kanadayê Helebçe wekî jenosîdê pejirand Ji bo çapkirinê
17:24 2010-03-19

kargannsParlemena Kanada bi pirdengî komkujiya Helebçe û Enfal wekî jenosîd pejirandin.

Di vê çarçoveyê de parlementer Jîm Karîgyanîs ku peşniyarnameya pejirandina jenosîda kîmyabarana Helebçe û Engal pêşkêşî parlemena Kanadayê kiribû, di daxuyaniyeke hevbeş ya bi nûnerên saziyên Kurd yên li Kanadayê re de got: Parlemena Kanadayê, di rûniştina xwe ya 16ê Adarê de, di 22.salvegera kîmyabarana Helebçe de, wêrankariya gundên kurdan, zext û guşarên sîstematîk yên serkutkirina Kurdan li Îraqê ji aliyê Sedam Huseyn ve, wekî sûcê hember mirovahiyê pejirand.

Li aliyê din Serokê Partiya Çep ya Swêdê Lars Ohly jî bi nameyekê ji serokên hemû partiyên siyasî yên Swêdê xwest ku ew destekê bidin hewldanên wan yên ji pejirandina 16ê Adarê, roja qetilkirina Helebçe, wekî roja têkoşîna li hember çekên kîmyewî.

Her lew peywendîyeda partî çepî swêd le nameyekî fermîda daway le sercem partekanî parlemanî swêd kird, ke 16î adar rojî kîmyabaranî hellebce, wekû rojî cîhanî dij be çekî kîmyayî binasênin.

Partiya Çep Vensterpartiet, dixwaze wekî gava yekê, mijarê bîne rojeva parlemena Swêdê û dûre jî têxe rojeva Yekîtiya Neteweyan.

 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C