::
Termê 100 zarokên Enfalkirî ji bo Çemçemalê tê şandin Ji bo çapkirinê
17:28 2010-03-19
gora_komi_zarokDi demekê de ku cenûsîda kurdan ji aliyê hinek welatan ve tê rojevê; li Iraqê jî ew gorên komî yên ku termên kurdistaniyan di wan de hene têne vekirin û ji bo kurdistanê bermayên laşê wan tê şandin.

Wezareta karubarê şehîd û enfalkiriyan li Herêma Kurdistanê, biryar girt ku roja 14ê meha 4 an a vê salê ew ê bermayên termê 100 zarokên kurd ên ku ji aliyê rejîma Sedam Huseyin ve hatibûn qetilkirin ji bo Kurdistanê bêne anîn.

Di vê derbarê de Elî Reuf qeymekamê navçeya Çemçemalê ragihand ku niha ew amadekariya bibîranîna karesata enfal a ku di 14 nîsanê de pêk hatibû dikin û ew ê termê wan zarokên ku bibûn qurbana wê rejîma beas bînin navçeya Çemçemalê.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C