::
Xatîp Dîcle 8 saetan kelepçekirî li salonekê hate rawestandin Ji bo çapkirinê
17:34 2010-03-19
kelepce_Dewleta Tirk hewldanên rûmet-şikandinê yên li hember siyasetvanên kurd dewam dike.

Rayedarên tirk, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê Xatîb Dîcle 8 saetan bi awayekî destkelepçekirî li salonekê rawestandin.

Rûniştina doza Dîcle, ya ji ber xwendina encamnameya KCD'ê roja 14'ê Hezîrana sala 2009'an, doh li 5. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hat.

Dîcle bal kişand ser pêkanînên rûmet-şikandin û kêfî yên rayedarên tirk û anî zimên ku beriya rûniştinê, ew 8 saetan bi awayekî kelepçekirî li salonekê hatiye rawestandin.

Dîcle diyar kir ku ew dê careke din di rûniştinê dozê de amade nebe û xwest doza wî, bi doza hevalên wî yên ku di 14'ê Nîsanê de hatibûn girtin re, bibe yek.

Dîcle îdîayên dozgeriyê ku wî propagandaya rêxistinê kiriye, red kirin û bal kişand ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd.

Dîcle bi bîr xist ku 3 mîlyon û nîv kurdan Ocalan weke îradeyê xwe ya siyasî îlan kiriye û xwest ev daxwaz li ber çavan were girtin û anî zimên ku wan Kongreya Civaka Demokratîk tevî 800 kesan, ji bo xizmeta çareseriya demokratîk ava kiriye û ew xebatên ji bo çareseriyê dimeşînin.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C