| Li Sêrtê bi îdîaya endamtiya KCK`ê 5 kes hatin girtin |
|
| 17:38 2010-03-19 | |||
Bi nêzîkbûna Newrozê re hêzên dewletê terora xwe ya girtin û binçavkirinan zêdetir dikin.5 kesên ku li Sêrtê hatibûn desteserkirin ku di nava wan de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê û Serokê Rêxistina BDP'ê ya jî hene hatin girtin. Dozgeriya Sêrtê piştî jêpirsînê, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Wetha Aydin, Serokê Rêxistina BDP'ê Siddik Taş, Serokê Şaxa Tum Bel-Senê Ferît Epozdemîr, Endama Meclîsa Gişti ya Bajêr Belkîza Beştaş Epozdemîr, rêveberên BDP'ê yên bajêr Tahsîne Sercan, Kadriye Cengîz û Seroka Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Navendî Dîlber Sevîm bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeha Sêrtê kirin. Dadgehê bi îdîaya ku Vetha Aydin, Siddik Taş, Ferît Epozdemîr, Belkîza Beştaş Epozdemîr û Kadriye Cengîz bi hinceta "Di nav avasaziya KCK'ê ya Tirkiyeyê de cih digirin" biryara girtina wan da. Li aliyê din hate ragihandin ku polîsê Amedê, endama Meclîsa BDP'ê Hulya Dîkmen kire binçavan.
|