| Şevê din li gelek cihan Newroz bi girseyî hate pîrozkirin |
|
| 17:40 2010-03-19 | |||
Li Stenbol, Êlih û Rihayê şevê din bi hezaran kes li hevkombûn û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de govend hatin girtin û aştî hate xwestin.Li Taxa Petrol Kent û 19 Mayisê ya Êlilê di nava wan de hevserên bajêr ên BDP, wekîlê şaredar bi sedan kesên li hev kom bûn, agir pêxistin û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de fîşekên hewayî hatin avêtin û Koma Medya stran gotin. Girsê heta derengê şevê bi siloganên wek govend gerand û Newroz pîroz kir. Li Taxa 50.yil a Navçeya Sultangaziyê bi sedan kes li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Girse berî destpêkirina pîrozbahiyê, ji bo kesên di têkoşîna aşti û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz girtin. Piştî bi fîşekên hewayî şev ronîkirin, agirekî mezin pêxistin û govend gerandin. Girse di pîrozbahiyê de dirûşmeyên "Newroz piroz be", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li taxên Sancaktepe Osmangazî jî bi dehan kes li hev kom bûn û agirê Newrozê geş kirin. Li Rihayê jî Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî, Endamê Meclîsa BDP'ê Mahmut Çelîk û Serokê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û endamên KESK'ê li Qada Ataturk li esnafan belavokên Newrozê belav kirin. Heyeta BDP'ê ji welatiyan xwest ku her kes sibê li Qada Newrozê ya li kêleka Otogarê kom bibin û beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin.
|