| PAJK: Newroz li Rêber Apo, hemû jinên têkoşer û gelê Kurdistanê pîroz be |
|
| 17:44 2010-03-19 | |||
Partiya Azadî ya Jinê ya Kurdistanê PAJK`ê jî bi daxuyaniyekê Newroza 2010ê pîroz kir.PAJK`ê di daxuyaniya xwe de got: Em cejna xwe ya vejîn, berxwedan û azadiyê Newrozê, di serî de li afirênerê nirxên xwe yên azadiyê Rêber Apo, li gelê xwe yê leheng ku li hember hemû êrîş û guşaran, bi israr tekoşîna xwe ya bi rûmet bilind dike, li hemû jinên Kurdistanê û li hemî zarokên Kurd yên girtî pîroz dikin. Di daxuyaniya xwe de, Partiya Azadî ya Jinê ya Kurdistanê PAJK`ê, Newroz wekî roja hevkarî û berxwedana hevbeş ya gelên Rojhilata Navîn ya li hember dewlet û hêzên desthilatdar û li hember çanda tacawuzê ya 5 hezar salî ya desthilatdariya zilam bi nav kir û got: Bi têkoşîna Rêber Apo, hemû rojên me bûne Newroz û firandina kurdê azad bi serê xwe jî Newroza herî bi wate ye. PAJK`ê di hatina vê rojê de, rola kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: Em di şexsê Mazlum, Zekiye, Rahşan, Berivan, Ronahî û Semayan de nirxên herî bi wate û rêberên xwe yên rasteqîn yên riya têkoşîna azadiyê şehîdên xwe bi rêzgirtin bibîr tînin û peymana xwe ya girêdana bi wan re nû dikin. Agirê Newrozê ku wan bi bedenên xwe pêxist, wê her tim bibe ronahiya riya me. PAJK`ê her weha bal kişand ser êrîşên qirkirina siyasî ya li hember Kurdan birêve diçin û ji bo pûçkirina van siyasetan banga xurtkirina yekîtiyê kir û got: Newroza îsal wê bibe Newroza azadiya Rêber Apo û bang li jina Kurd kir ku bi şîara "Azadiya Rêber Apo, azadiya jinê ye" dakeve qadan û hemû rojan veguherîne Newrozê.
|