|
Piştî hilbijartinên Iraqê yên di 7ê Adarê de, bazarên qirêj jî ketin dewrê.
Li gorî agahiyan, bazariya li ser Kerkûk û Mûsûlê awayekî lezgîn dewam dike û bi vê armancê Emêrîka û Tirkiyeyê jî lez dane hewldanên xwe.
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî, bi partiya Hedba re ku bi dijberiya Kurdan tê naskirin, li Stenbolê hevdîtinan pêk tîne.
Piştî hilbijartinên Iraqê, bazara li ser Mûsûl û Kerkûkê destpê kir. Ev jî bi alîkariya Emerîka û Tirkiyê, bi destê Partiya Hedba pêk tê.
Partiya Hedba, li ser ferzkirina Emerîka û Tirkiyeyê ku 'Divê Mûsûl êdî statuyekê bi dest bixe' ket dewrê. Li Mûsûlê, Hedba partiya herî bi hêz e û weke partiya hevpar a eşîra Zebarî û Baasiyên berê tê naskirin.
Hedba, bi lîsteya El Iraqiye ya Eyad Allawî re îttifaq pêk anîbû û ji lîsteya El Iraqiye li Mûsûlê 20 kursiyên parlementoyê bi destxistibûn.
Partiya Hedba herwiha ji bo strarejiyeke nû ya Emerîka û Tirkiyê jî, bingehekî amade dike.
Emerîka û Tirkiye hewl didin li ser vê bingehê, hukumeta herêmî ya Kurdistana Federe, bi taybetî li Mûsûlê, bi partiya Hedba re bidin rûnandin.
Bi vê armancê jî, rayedarên Kurdistana Başûr û partiya Hedba, li Stenbolê hatin cem hev. Civîna ku doh destpê kir, îro jî dewam dike û li gorî agahiyan, li hevhatina ji bo Mûsûlê, wê dû re li ser Kerkûkê jî were ceribandin.
|