| Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê bazara çi dike? |
|
| 16:18 2010-03-31 | |||
Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Engerê hevdîtinan pêktîne. Çav li rê ne ku Barzanî, piştî Wezîrê Derve Ahmet Davutloglu, bi Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan re jî hevdîtinan pêkbîne.Piştî aşkerebûna encamên hilbijartinên Îraqê yên 7ê Adarê, trafîka dîplomasiya navbera rayedarên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê zêdebûn. Serokwezîrê Kurd yê berê û cîgirê PDKê Nêçîrvan Barzanî ku têkiliyên wî yên hûr û kûr bi Tirkiyê re hene, hate Enqerê û bi Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu re hevdîtinek pêkanî. Di hevdîtina ku li Seraya Çiraghanê pêk hat de, mijara sereke bê guman PKK bû. Di daxuyaniyên xwe de Barzanî û Davutoglu ragihandibûn ku ew dê rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan û tekoşîna hevbeş ya li hember PKKê minaqeşe bikin. Davutoglu di vê biwarê de ji rojnamevanan re got, em hêvî dikin ku li Îraqê hukûmetek xwedî temsîliyek berfireh bê avakirin. Bi xurtbûna îstîqrara siyasî wê demokrasî jî bihêz bibe û bi pêkhatina ewlekariyê jî wê herêm bigihije îstîqrarê. L igor ku çapemeniya Tirkiyê ragihandiye, Neçîrvan Barzanî jî gotiye: Em ewlekariya Tirkiyê wekî ewlekariya xwe dibînin. Emê rê nedin ku çi kes axa me ji bo êrîşên li ser alieyekî din bikarbînin. Vebûna konsulgeriya Tirkiyê li herêmê ciyê kêfxweşiyê ye. Alîkariyên ku Tirkiyê bi xelkê me re kirine, emê çi caran jibîr nekin. Tê payîn ku Nêçîrvan Barzanî îro jî ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ve were qebûlkirin. Serdana Barzanî ya Enqerê ku ji ber minaqeşeyên li ser Destûra Bingehîn û hatina Serokwezîra Elmanya Merkel ya Tirkiyê zêde deng veneda, di demekê de pêk hat ku artêşa Tirk bê navber hêzên xwe ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve veduguhêzê û amadekariya operasyonên berfireh dike de pêk hat. Nayê zanîn di hevdîtinan de çi bazara têne kirin, lê balkêşe ku Nêçîrvan Barzanî ku bi taybetî têkiliyên wê yên xurt yên aborî li gel Tirkiyê hene, di asta herî bilind de hate pêşwazî kirin.
|