| Fişrên li Rojhilatê Kurdistanê |
|
| 16:22 2010-03-31 | |||
Pêşîlêgirtina azadbûna girtiyekî kurdFişarên rejîma Îranê yên li ser girtiyan jî bê navber berdewam dikin. Li gor agahiyên me ji Rojhilatê Kurdistanê bidestxistine, girtiyê kurd yê bi navê Kako Teymûrî yê xelkê gundê Xoşhal yê Sêro yê parêzgeha Urmiyê, tevî ku hukmê wî yê girtîgehê temambûye û sekteya mêjî jî derbaskiriye, ji aliyê rayedaraên girtîgehê ve bi awayekî keyfî tê ragirtin. Girtiyê navborî bi tohmeta qaçaxçîtiya çekan hatibû girtin. Li çalakek mafê mirov cezayê girtîgehê hate birîn Guşarên rejîma Îranê yên li ser kurdan li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de harî dawî, li çalaka jin ya mafê mirov Sema Behmenî salek cezayê girtîgehê hate birîn. Li gor nuçeyeke malpera Herane, dadwerê liqê yekê yê Dadgeha Şoreş ya Mahabadê, bo tohmeta endametiya komeleya çalakên mafê mirov li Îranê û hewldana li dijî nîzam, salek cezayê girtîgehê daye Sema Behmenî ya xelka Bênder Ebas. Hêjayî gotinê ye ku dadgeha şoreşê ya bajarê Sine jî beriya niha, bi tohmeta hewldana lêkolînên di derbarê mafê mirov li Kurdistanê û piştgiriya bi Mamoste Ferzad Kemanger de, Sema Behmenî bi 3 sal cezayê girtîgehê mehkûm kiribû û lewra ew ji bo dadgeha şoreşê ya Sine tê veguhestin.
|