| Tîmekî taybet û leşkerek birîndar bûn |
|
| 16:32 2010-03-31 | |||
|
Hate ragihandin ku di operasyona çiyayê Bagokê de ku hîna berdewam dike, di navbera gerîllayên HPG`ê û hêzên taybet yên artêşa tirk de şer derket û herî kêm leşkerek birîndar bû. Li aliyê din, her weha hate zanîn ku di dema operasyona artêşa tirk ya Şemzînanê de jî teqînek pêk hatiye û herî kêm di vê teqînê de jî, leşkerek birîndar bûye.
|