| Karayilan: Erdogan û Gates ji bo plana sûîkastê lihevkirin |
|
| 16:39 2010-03-31 | |||
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan hewldaneke din a qirêj yê Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan deşîfre kir.Karayilan diyar kir ku Erdogan û Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Robert Gates di hevdîtina 5'ê sibatê ya li Enqerê de, ji bo plana sûîkasteke li dijî wî li hev kirine. Karayilan anî ziman ku êrîşên terorîstî wê şer pêş bixin û bi bîr xist ku ew tevgereke îdolojîk felsefî ne û ew were kuştin jî, bi sedan kesên wekî wî hene. Karayilan bersiv da pirsên rojnameya Atilimê û bal kişand ser hewldana Tirkiyê ya ji bo çalakiyeke terorîstî ya li hemberî xwe. Karayilan destnîşan kir ku Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan û Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Robert Gates ê di hevdîtina 5'ê sibatê ya li Enqerê de, li ser plana sûîkastê xeber dane. Karayilan wiha got: "Erdogan bi xwe ji Gates balafirên sûîkastê xwestine. Yên ji balafirên keşfê pêşketîtir hene. Yanî yên bi çek û çekên sûîkastê lê bi cih kirî. Wisa xuya dibe, bi qasî ku em ji çapemeniyê fêm dikin û agahiyên ji hin çavkaniyan digirin, Tirkiye û Emerîkayê berê lihevkirine. Lê Emerîka lihevkirinê naxe pratîkê. Erdogan di vê hevdîtinê de, sedema çima naxin pratîkê pirsiye, Gates jî gotiye temam 'em biaxivin, em planê heta filan mehê bixin pratîkê." Em tevgereke îdolojîk felsefî ne, eger ez bêm kuştin jî, bi sedan kesên din hene Karayilan bal kişand ser îhtimala şerekî tinekirinê yê li hemberî wan û anî ziman ku Emerîka, hêzên navnetewî û Tirkiye tespîtên şaş dikin. Karayilan ev bang li derdorên pêwendîdar kir: "Digotin, 'eger em Abdullah Ocalan bigirin, wê PKK biqede.' Neqediya! Niha jî dibêjin, 'eger filan birêveberan tesfiye bikin, wê biqede.' Ev tespîteke şaş e. Em tevgereke felsefîkî îdolojîk in. Em ne tevgereke girêdayî şexsan in. Wekî min di nava vê tevgerê de bi sedan milîtan hene û milîtanên fedaî hene. Yanî eger ez bêm kuştin, bi sedan kesên wekî min hene."
|