| KNK: Bila Çarçiraya Qazî, bibe çiraya riya azadiya çar parçeyên Kurdistanê |
|
| 16:42 2010-03-31 | |||
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK`ê bi boneya salroja dardekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî Mihemed Huseyn Xanî, Seyfî Qazî û Ebul Qasimî Sedrî Qazî peyamek belav kir û ew bibîranîn. KNK`ê di daxuyaniya xwe de got, em Pêşewa Qazî, hevalên wî û hemû şehîd û welatparêzên ku alaya Kurdistanê li beşekî ji welate me yî dagirkirî hildan û Komara Kurdistan damezrandin bi rêzgirtin bibîr tînin û bal kişand ser pîlangeriya navdewletî ku di encamê de Komara Kurdistan hate hilweşandin û birêvebirên wê hatin dardekirin. KNK`ê di vê derbarê de wiha got: Dijminên kurd, bi taybetî jî hêzên mezin yên desthilatdar ku azadiya kurdan li hember berjewendiyên xwe dîtin, piştî rejîma Şah, li hember vê destkefta mezin ya me yî neteweyî aliyê Îranê girtin. Lê îro, gelê me bi îradeyek xurt û bi berxwedana xwe ya şoreşgerane, nîşanî rejîmên dagîrker û piştgirên wan dike ku ew, li gun û bajaran, li çiya û zîndanan, li ser riya şehîdên xwe, bi baweriyek ji hemî deman xurtir ber bi azadiya xwe ve diçe. Gelê me ev yek di pîrozbahiyên Newroza 2010ê de di asta herî bilind de nîşan da. KNK`ê di dawiya daxuyaniya xwe de hemû kesên di avakirina Komara Kurdistan de ked û emek dane û jiyana xwe ji dest dane bibîranîn û got: Werin em bi hevre vê roja mezin, bixin haveynê yekîtiya Neteweyî, bila Çarçiraya Qazî bibe çiraya riya azadiya çar parçeyên Kurdistanê.
|