|
Li Qibrisê komkujiya Reqqa hate protestokirin |
|
|
16:13 2010-04-01 |
|
Nerazîbûnên li dijî komkujiya Reqayê dewam dikin. Konmkujî li Qibrisê hat protesto kirin. Li aliyê din, terora dewleta Sûrî li dijî Kurdan jî, kêm nabe..
Li bajarê Halebê 4 xwendekar hatin binçavkirin.
Meşa li paytext Lefkoşayê, ji ber Navedna Çanda Kurd destpê kir. Bi sedan kesên tevlî meşê bûn, wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hilgirtin û bê navber sloganên "Qatil Sûriyr" gotin.
Piştî meşê li ber sefareta Sûrî daxuyanî hat dayîn û bang li rayedarên dewletê hat kirin da ku kujeran derxe pêşberî dadgehê..
Piştî daxuyaniyê, Kurdistaniyan desteguleke reş danîn ber sefaretê..
Li Helebê 4 xwendekar hatin binçavkirin
Li aliyê din, terora dewleta Sûrî li dijî Kurdan jî, kêm nabe.
Komîteya Mafê Mirovan a Sûrî ragihand ku li bajarê Halebê 4 xwendekar hatine binçavkirin..
Li gorî daxuyaniyê xwendekarên binavê Hüseyin Muhammed Ate, Abdulaziz Muhammed Ate û Ferman Hüseyin dema komkujiya Helepçe protesto dikirin. 16'ê Adarê hatin binçavkirin û ti agahî ji wan nayê girtin. Xwendekarê fakulteya Tibê Mustafa Osman Muhammed jî, dema pîrozbahiyên Newrozê hat binçavkirin..
|